Lînkên eksesibilîtî

Raspêrîya serbixwe ku lêvekolînê di bernama nefit-bi-xwarinê da dikir li roja yêkşembî raportên pêdaçonê li ser wê bernamê bilav kirin. - 2005-01-10


Raspêrîya serbixwe ku lêvekolînê di bernama nefit-bi-xwarina Netewên Yêkgirtî serperiştîya wê dikir dibêjit nerêkîyêt berfireh li wê bernama 64 milyar dolarî da çêbibûn.

Serokê berê yê banqa navendî ya Emerîkî Paul Volcker ku serokayetîya wê raspêrîyê diket bibêjit pêdaçonên navxwe we dyar diken ku gelek ajansên Netewên Yêkgirtî têkelî di hindêda hebûn ku bihêlin bayê milyona dolar kelupel bi giranehî ji qontratçîyan bihête kirîn.

Rêzdar Volcker li roja yêkşembî 50 raportên pêdaçînê bilav kirin û herwesa raporta xwe li ser wan pêdaçona.

Raportên pêdaçonê we vedîtin ku bizavên ne qanûnî, yan bertîl xarin ji alîyê karbidest û endamên Netewên Yêkgirtîve nehatîne kirin.

Wan raportan behsê çi bertîlan nekire ku serokê berê yê Iraqê Sedam Husênî dabîte wan qontratçîyan.

Bernama Nefit-bi-Xwerinê rêk da Iraqê bo kirîna kelupelên mirovanîyê bo welatîyên xwe neftê bifroşit.

XS
SM
MD
LG