Serok Bush careka dî pîrozbahîya serokê helbijartî yê Felestînîyan Mahmoud Abbas kir bo serkeftina wî di helbijartina da û got çaverê diket ligel wî li Washington kom bibit, ku ev daxaze ji serokê berê Yasser Arafat ne kiribû.
Li demê ku li Seraya Sipî îro di axift, Serok Bush daxaz ji rêzdar Abbas kir ku li demekê zuî hêzên parastina Felestînî bihêz biket da milîtanên Felestînî nehêlit.
Rêzdar Abbas dibêjit wî divêt milîtan hêrişên tîrorîstî li dijî Israelîyan rawestînin, lê dibêjit birêka razîkirinê dê milîtana bê hêz ket, ne bi tundî.
Rêzdar Bush îro got herû, Felestînî û Israelî, divêt pêngavên cidî bavêjin da tundutîjîyan kêm biken.
Wî got Israel divêt sozên dayne bicih bînit ku dê xwe ji hindek deverên Felestînîyan vekêşit.
Rêzdar Bush dibêjit herwesa divêt li ber cavê welatê juhî bît ku welatekê Felestînî li tenîşt wê çêbit û di aştî da bijît.