Lînkên eksesibilîtî

Iyad Allawi dibêjit ew dê hejmara serbazan leşkerê Iraqî zêdetir ji dû temet nuha lêket - 2005-01-11


Serok Wezîrê demî yê Iraqê Iyad Allawi dibêjit ew dê hejmara serbazan leşkerê Iraqî zêdetir ji dû temet nuha lêket da bibîte 150,000 serbaz, da beramberî bizavên xirapkaran rawestît ku tinê li heftya borî 100 Iraqî kuştin.

Îro sêşembî li Bexda, berêz Allawi got wî 2.2 milyar dolar ji budceya vê salê terxan kire da leşkerî berfireh lêbiket û çekên wan baştir lêbiket.

Li heman dem, tundutîjî li seranserî Iraqê berdewame. Tora tîrorîsta Abu Musab al-Zarqawi berpirsyarîya hêrişeka bi otumbêleka bombekirî li Tikrît bi stoyê xweve girt ku bû egera kuştina 6 polîsan û biryndar buna hindekên dî.

Li devereka ku bi “sêgoşeya mirinê” tête nasîn li başûra Bexda, bombeka li ser rêkê peqî, ku bû egera kuştina bi layê kêmîve 7 kesa ku di baseka bucuk da bûn.

Û piştî peqînkarîyeka ku li hêla veguhastina neftê qewimî, karmendên agir vemirandinê bizav dikirin agirê berbuye borîyeka neftê li bakûra paytextî vemirînin.

XS
SM
MD
LG