Lînkên eksesibilîtî

Ariel Sharon dê li demekê zuî pêşnyaza kombunekê digel Mahmoud Abbas ket bo behis kirina vejandina piroseya rawestaya Aştîyê - 2005-01-12


Leşkerê Israelê dibêje medenîyek hat kuştin û sê serbaz biryndar bûn dema milîtanên Felestînî bombek li nêzîk akincîgeha juhîyan li başûra kertê Xezze peqandî. Komela milîtanên Jîhada Îslamî berpirsyariya hêrişa îro çarşembî bi stoyê xweve girt ku li nêzîk bajarê Refeh qewimî û got dû ji endamên wê hatin kuştin di şerekê de piştî peqînê. Berî hingî hêzên Israelê çar milîtanên berguman girtin li nêzîk Xezze. û li Kenara Rojava serbazên Israelê teqe li dû milîtanên Felestînî kir û kuştin li gundekê bakura Ramela. Li heman dem, Serok Wezîrê Israelê Ariel Sharon got li demekê zuî li bere pêşnyaza kombunekê digel serokê nuî helbijartîyê desthelata Felestînî Mahmoud Abbas bike bo behis kirina vejandina piroseya rawestaya Aştîyê.

XS
SM
MD
LG