Çekdaran harîkarê bilind yê rêveberê ûlî yê binavudeng yê Şî’a, Ayatollah Ali al-Sistani, kuşt ku gelek piştevanîya helbijartinên nîştimanî bo perlemanê Iraqê diket ku dê li roja 30 meha yêk hêne encam dan.
Ofîsa wî Ayatollahî got harîkarê wî (Mahmoud al-Madaen) li roja çarşembî li bajorokê dêrîn (Salman Pak) hate kuştin, ku dikevîte başûra Bexda, ku kurê wî û çar nubedar jî hatine kuştin.
Xirapkaran li Iraqê karmendên helbijartinê, berbijarên helbijartina, û karbidestên hikumetê kirîne armanca bizavêt xwe yêt tundutîj ji berî helbijartina ku serok wezîr Iyad Allawi û serok Bush dibêjin divêt li demê dyar kirî bihêne encam dan.
Li heman dem li Bexda, li demekê zuî îro pênçşembî çekdarekê nenasyar hêriş kire ser hotêlekê ku 6 kes têda kuştin û kardarekê Tirik revand.