Serhilday li devera Aceh ya Indonesya ku karesat pêkeftî pêşnyaza kombunên agir-bestê diken ligel hikumetê, ku hikumetê pêrgînî li wê pêşnyazê kire.
Indonesya gotibû ku êhtîmala hêrişên serhildayan bo ser karmendên harîkarîyê weku egereka tundkirina rewşa parastinêye ku hindek jiber nîgeranin û dibêjin ehtîmale bizavên hewarçonê kêm biket.
Hikumetê divêt navê hemî karmendêt harkarîtyê li nik hebit û daxaz diket ku leşker ligel wan karmendan bin demê ku diçine dervey bajarên Banda Aceh û Meulaboh.
Bizava Azadîxaza Aceh dibêjit wê hizir di agir-besteka yêk-alî kir demê karesata tsunami qewimî û dibêjit çi gefa nakete ser bizavêt hewarçonê.
Hindek desteyên hewarçonê nîgeranin ku hebuna serbazên Indonesî ligel wan ehtîmale metirsîya hêrişa serhildayan zêde biket.
Jiberî erdhejyanê û tsunamî, rojnamevan û karmendên hewarçonê nedişyan bigehine devera Aceh jiber tundutîjîyên nav bera hêzêt hikumetê û bizava rizgarîxwaza Aceh ya ku nêzîkî 30 salaye jibo ser bixweyîyê şerî diket.