Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Efserekê Polîsê Navnetewey li Kosovo hate kuştin - 2005-01-13


Karbidestêt Netewên Yêkgirtî li Kosovo dibêjin Efserekê polîsê navnetewey li demê otumbêleka netewên yêkgirtî îro li başûra bajêrokê Prizren peqî hate kuştin.

Karbidest dibêjin ew efser ku ji welatê Nigeria bû ew otumbêl dihajot û diço ser karê xwe demê peqîn çêbuy. Ew dibêjin renge keresteka peqînê buye egerê wê peqînê, lê dibêjin karbidest hêj yê lêvekolînê li ser wê ruîdanê dikin.

Nigeria pitir ji 50 efseran heye ku xizmetê ligel hêzên polîsên navnetewey li Kosovo diken.

Polîsêt Netewên Yêkgirtî û hêzên Aştî-parêzên bi rêveberîya NATO çavdêrîya Kosovo diken. Ewey sala 1999 Netewên Yêkgirtî rêvebirina devera Serbîyan bi dest xweve girte.

XS
SM
MD
LG