Lînkên eksesibilîtî

Renge nêzîkî 2 milyon kes li Asya ji ber karesata tsunamî feqîr û hejar bibin  - 2005-01-13


Banqa pêşvebirina Asya dibêjit jiber karesata tsunamî ku nêzîkî 160 hizar kes li dewruberêt Oqyanusê Hindî hatine kuştin, renge nêzîkî 2 milyon kes feqîr û hejar bibin.

Banqa pêşvebirinê ya Asya evro di raportekê da ragehand ku renge bitinê li Endonîsya nêzîkî yêk milyon kes hejar bibin, bara pitirê li devera Aceh li bakur ku li wêrê pitir ji 100 hizar kesa gyanê xwe ji dest daye.

Ew banq radgehînit ku li Hindistanê hejmara xelkê hejar renge bigehîte nêzîkî 645 hizar kesan û li Srî Lanka bigehîte 250 hizar kesan.

Li heman dem, 19 welatêt deynder li Kleba Parîsê ragehand dê li deynêt xwe li wan welatan xweşbin ku meha bor di ber karesata tsunamî keftbun.

XS
SM
MD
LG