Lînkên eksesibilîtî

Xirapkaran li Iraqê karbidestekê helbijartinên nîştimanî kuşt - 2005-01-14


Karbidestêt Iraqî dibêjin hêrişvana teqe li karbidestekê helbijartina li rojava Bexda kir, ku eve bi layê kêmîve heftem karbidestê helbijartinaye ku dihête kutin jiberî ku helbijartinên nîştimanî yên Iraqî li dumahîya vê mehê dest pêbiken.

Polîs dibêjin karbidestê helbijartinê li demekê direng li roja pênçşembî hate kuştin, lê zanyarîyên zêdetir li ser nedan.

Li demekê zuîtir, girupa xirapkar ya Ansar al-Islam berpirsyarîya kuştina harîkarekê rêveberê bilind yê Şî'eyan, Ayatollah Ali al-Sistani, bi stoyê xweve girt.

Îro heynî, di belavokekê da wê girupê daxaz kir ku xelik pişikdarîyê di helbijartinada nekin.

XS
SM
MD
LG