Helbijartinên Iraqê nêzîk dibe, xem û nîgeranî zorin jiber gelek alozîyan, rewşa ne arama tenahîyê li çendîn bajarên Iraqê, pêk hatina cuda cuda ya civaka Iraqê, hevalbendîyên partîyên siyasî, piranî û kêmanî, û paşeroja nedyar, û ya giringtir ji hemuyan cara yêkêye li Iraqê helbijartinek dibe û çendîn part û alîyên siyasî û komelayetî berêkanîyê têde diken. Belê di ser hemîyê ra eve dê qonaxek giring be di dîroka Iraqê de çinku nexşeyê siyasî û desturî yê welatî dikefte ser mêzê miştumiran.
Piroseyê helbijartina li Iraqê bi giştî û li Kurdistanê bi taybetî behsê bernama Helew Waşinton ya 14/01/2005 bû.
Mêhvandarê bernamê hevkarê me Daxîl ê Şemo bû û mêhvanên bernamê peyamnêrên pişka Kurdî ya dengê Emerîka li Kurdistana Iraqê bûn (Selam Balayî li bajarê Duhok, Omer Ferhadî li Hewlêr, Yehya Berzincî li Kerkuk û Letîf Nêrwey li Silêmanîyê).
Heke te bivêt guh bideye dirêjîya vê bernamê, ev fayela dengî li ser vî perî klîk bike.