Lînkên eksesibilîtî

Îro 15 kes li Iraqê hatine kuştin - 2005-01-17


Karbidestên Emerîkî li Iraqê dibêjin bi layê kêmîve 15 kes hatine kuştin di dû hêrişên xirapkaran yên cuda cuda da li bakûra Bexda. 14 ji wan kuştîyan nubedarên nîştimanê yanjî polîs bun.

7 Polîs û medenîyek li nêzîk Beqube hatine kuştin demê hêrişeka bi muşek û çekên biçûk bo ser otumbêla wan hate kirin.

Piştî hingî, bi layê kêmîve 7 polîsên dî li hêrişeka otumbêleka bombekirî li dervey bingeheka polîsa li Baiji hatin kuştin ku ew hêrişe herwesa bû egera biryndar buna 28 kesên dî.

Bi alîyekê dîve, hikumeta Iraqê dibêjit hêzên wê 35 xirapkar kuştin û pitir ji 60 kesa girt li van rojên vê dumahîyê da li Feluce.

Karbidestên Emerîkî û yên Iraqî yê bizavê diken da rewşa tenahîyê li bajarên Iraqê baştir lê biken jiberî helbijartinên nîştimanî yên 30î meha yêk.

XS
SM
MD
LG