Lînkên eksesibilîtî

Serokê berê yê partîya Komyunista Çînê Zhao Ziyang kuça dumahîyê kir - 2005-01-17


Serokê berê yê partîya Komyunista Çînê Zhao Ziyang yê ku li sala 1989 hatiye ladan çunkî dijî tepeser kirina xwenîşandana meydana Tiananmen bû bi nexweşîyê kuça dumahîyê kir.

Rêzdar Jaw îro li nexweşxaneka Bêjîngê mir piştî jimareka giriftarîyêt tengîna xwînê dinav rihanda. eve 15 sal bû ku li jêr deste ser kirinê bû di mala wîda.

Kiça rêzdare Zhao, Wang Yana, binavê malbat û hevalêt wan di peyamekê da got her çi nebît babê nuha azad buye. Rêzdar Zhao rêberê Çînê bû li salêt 1980 we dihate nasîn ku yê vekirî bû li ser guhorîna berev abûrîya bazarê azad û piştî hingî li sala 1987 bû serokê Partîya Komunîsta Çînê.

XS
SM
MD
LG