8 Welatîyên Çînî li Iraqê hatine revandin û xirapkar gefê diken wan bikujin.
Di kasêteka vîdyîyî da ku îro telefizyona al-Jezîre bilav kir, xirapkaran gefe dikirin wan zelaman bikujin anjî divêt Çîn ‘rola xwe li wêrê dyar biket’ di demê 48 se’etan da.
Ajansa ragehandina resmî ya Çînê piştî higî girtina wan zelaman piştrast kir û got ew zelam kargerên avadankirnevê bun û li ser pirjeyekê avadankirineva karxaneka li Iraqê kar dikirin.
Li heman dem, peyvdarekê Vatîkan dibêjit revînkaran Metran (Basile Georges Casmoussa) azad kir ku yê dêra kasolîkên siryan ya bajarê Musil bû.
Wî peyvdarî got çi pare nehatîye dan jibo azad kirina wî Metran ku li roja duşembî hatibu revandin.
Wî Metranî gote radyoya Vatîkan ku rahavêtineka baş ligel dihate kirin ji alîyê revînkaranve.