Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sergutar: Helbijartinên Iraqê.  - 2005-01-18


Tîrorist li Iraqê bizavê diken bo têkdana helbijartinên roja 30 heyva yêk li wî welatî.

Serok wezîrê demî yê Iraqê Iyad Allawi dibêjît jimarek girup bizavê diken da we neken Iraqî dengê xwe biden. Rêzdar Allawi dibêjît “jimareka girupên cyawaz ji wan Be’sî û endamên rejêma berê û tîrorîstên byanî û lêvekolîn berdewame.”

Herçende hêrişên tîrorîstan dihêne kirin, pitir ji 14 milyon Iraqîyan navê xwe nivêsîne da dengî biden û herwesa Iraqîyên li dervey welatî dijîn dişên dengên xwe biden.

Nêzîkî 19000 berbijarên ser bi 100 hevalbendî û partên siyasî bizavê diken bo bi destve înana 275 kursîyên civata nîştimanî ya Iraqê û 18 civatên parêzgeha û civata û civata nîştimanî ya Kurdistanê.

Peyvdarê seraya sipî scott McClellan dibêjit helbijartin dê demekê dîrokî bît bo gelên Iraqê. Berêz McClellan dibêjit “ev helbijartinên li meha sê dihêne kirin yêk ji sê helbijartinane ku li wî welatî li sala bêt dihêne kirin. Bo hikumeta nîştimanî ya intîqalî, û ew hikumeta intîqalî dê desturekê nivîsît, û dê serokatîyekê bo wê hikumeta nuî dest nîşan ket. Ew dê desturî nivîsît û dê dengî li ser wî desturî den, û piştî hingî li dumahîya salê xelik dê şên hikumeta xwe helbijêrin.”

Zorîna Iraqîyan divêt paşeroja wan li ser binemayêt dymukratî û azadîyê bihête ava kirin. Ew li roja 30 î heyva yêk dê pêngaveka serekî havêjin demê ew diçine bingehên dengdanê.

Heke te bivêt guh bideye vê gutarê, ev fayela dengî li ser vî perî klîk bike. Ev gutare bîr û boçûna welatêt yêkgirtî yêt Emerîkaye.

XS
SM
MD
LG