Lînkên eksesibilîtî

Dadgeha Bilind ya Ukranya dê rêkê det encamên helbijartinên serokatîyê yên meha borî bihêne belav kirin - 2005-01-18


Dadgeha Bilind ya Ukranya dibêjit ew dê rêkê det ku encamên helbijartinên serokatîyê meha borî bihêne belav kirin, ku dê rêkê xweş ket bo merasîmên sund xwarina serokê hevrik Vîktor Yoşçînko.

Wê dadgeha Bilind ji berî hingî belav kirina encaman ragirtibû heta ku guh li daxaza berbijarê hevrik Vîktor Yanukoviç bigirit, ku digot helbijartinên 26î meha 12 finufêl têda hebun û bizav dikir ew encam nehêne qebul kirin.

Karbidestpên helbijartina dibêjin rêzdar Yoşçînko %52 ji dengan bi destve îna, ku bi %8 ji dengan li berahîya Vîktor Yanukoviç bû.

Encamên helbijartina divêt li dû rojnamên hukumî bihêne belav kirin jiberî ku yê serkeftin înay sundê bixut.

Dadgeha Bilind bo çend se'eteka li roja dûşembî kombû û daxaza rêzdar Yanukoviç red kir bo ladana dadwerekê ji wê meselê.

helbijartinên meha borî cihê helbijartinên meha 11 girt ku wê dadgeha bilind bi encamên wê qayil nebibû jiber hebuna findufêlan bi rengekê berfireh. Rêzdar Yanukoviç serkeftîyê wan helbijartina bû.

XS
SM
MD
LG