Lînkên eksesibilîtî

Îro li Bexda di çar hêrişên bi otumbêlên bombekirî da 26 kes hatine kuştin û zêdetir ji 20 kesan biryndar bun.  - 2005-01-19


Leşkerê Emerîkî dibêjit beqîna 4 otumbêlên bumbe kirî îro li Bexda bû egerê kuştina bi layê kêmîve 26 kesa û biryndar buna pitir ji 20 kesa.

Belavnamekê ragehand ku ew peqînkarîye li se’et û nîvanda qewimî û hêzên parastinê we nekirin hêrişvanên xwekuj bigehine cihên ku kiribun armancên xwe.

2 Iraqî hatine kuştin û 2 serbazên Austuralî biryndar bun di peqîna yêkê da li nêzîkî balwêzxana Austuralî.

Bi demekê kurt piştî hingî, otumbêleka bombe kirî li nêzîkî nexweşxana navenda Bexda peqî ku bû egerê kuştina bi layê kêmîve 18 kesa ku 5 ji wan polîsên Iraqî bun.

Herdû hêrişên dî yên bi otumbêlê bûn egera kuştina serbazên Iraqî û nubedarên parastinê û medenîyan.

Iraqê li roja sêşembî ragehand ku dê tuxubên xwe girit û nahêlit otumbêlên nehikumî li ser cada bin da rewşa tenahîyê baştir lêbiket li demê helbijartinên nîştimanî yên 30 meha yêk.

XS
SM
MD
LG