Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Desteya qanunî ya serok wezîrê berê yê Ukranya dibêjit wan nexşe heye daxazekê li dadgeha Ewrupî ya mafên mirovan bingeh li Strasbourg biken - 2005-01-20


Dadwera bo demê çar se'eta hizir di wê daxazê da dikirin jiberî ku bişevê biryara xwe li ser wê daxazê biden ku 13 se'eta dom kir.

Biryara wan li ser red kirina daxazekê bû ku 12 carên dî jiberî hingî wan red kiribûve li dijî serok wezîrê berê Yanokoviç ku qayil nabit bi sernekeftinê.

Desteya wî ya qanunî dibêjit ku ew biryar wek têkdaneka dadperwerîyêye û wan nexşa hindê heye ku wê daxazê li dadgeha Ewrupî ya mafên mirovan bingeh li Strasbourg biken.

Li demê ku wan ragehand dê wê daxazê ken, Serokê dadgehê Anatoly Varêma got desteya qanunî ya rêzdar Yanokoviç careka dî neşyan çi belgeyan bidene dest ku wan qani' biken ku careka dî dinûfêl di helbijartinan da çêbuye.

Rêzdar Varêma got dadwer jiber hindê gehîştine wê encamê ku neşên encamêt helbijartina redken yanjî daxaz biken ser jinuî helbijartin bêneve kirin. Rêzdar Varêma dibêjit ew biryara dumahîyêye û nahête guhorîn.

Ew biryar herwesa rêkê bo merasîmêt sundxwarina berbijarê hevrik Vîktor Yoşînko xweş diket ku di helbijartinan da serkeftin hîna û pitir ji 2 milyon dengan bireve.

XS
SM
MD
LG