Lînkên eksesibilîtî

Civata zorîna Perlemanê Çîkî pilanêt hikumetê pejirand bo zêdekirina demê mana serbazên wî welatî li Iraqê. - 2005-01-21


Civata zorîna Perlemanê Çîkî pilanêt hikumetê pejirand bo zêdekirina demê mana serbazên wî welatî li Iraqê heta dumahîya vê salê. Li heftîya borî hikumetê piştevanîya dirêj kirina demê mana serbaza kir li Iraqê li duîv daxazên Engilistan û Iraqê ku daxaz kirî nêzîkî 100 serbaz li Iraqê bimînin. We çaverê tête kirin civata sîneta li heftya bihêt dengê li ser vê kêşê biden. Eger serok Vaslav Klaus vê daxazê bi pejirînit wî demî serbazên Çîkî heta roja 30 heyva 12 ya vê salê li Iraqê xizmet dêkin. Hejî gotinêye polîsê leşkerê Çîkî li nêzîk bajêrê Besra li Başûra Iraqê meşqê bi efserên Iraqê diken. Li berahîyê demê mana wan li roja 30 meha 12 ya sala borî bi dumahî dihat, lê heta dumahîya heyva 2 hate paş êxistin da tenahîya Iraqê li berî helbijartinên 30 meha yêk baştir lê biken.

XS
SM
MD
LG