Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Nato daxaz ji Ewrupa û Emerîkayê kirye da pêkve karî biken da pişt rast biken Iran çekên navokî pêşve nabet - 2005-01-21


Serokê Nato Jaap de Hoop Scheffer daxaz ji Ewrupa û Emerîkayê kirye da pêkve karî biken da pişt rast biken Iran çekên navokî pêşve nabet. Li hevpeyvînekê bo peyamhinêran li Biruksil, iro heynî, berêz de Hoop Scheffer got Emerîka û Ewrupa pêtivî bi sitratîcîyeka yêkgirtî kar biken ku bi xuşî û nexuşî rahavêtinê ligel Iranê biken. Hijî gotinêye li dumahîya sala borî Engilistan, Firensa, û Elmanya Iran razî kir zax kirina yoranyomê ragirit. Û ew danustandina diket bo bidomahî înaneka herdem ya çalakîyên navokî yên Iranê ku bi mebestên leşkirî dihêne bikar înan. Emerîkayê helwêsteka tundtir girtye û huşdarî daye Iranê ku bu heye wî welatî bidete berdem Civata Tenahîya Netewên Yêkgirtî bo Toleyan.

XS
SM
MD
LG