Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li encama sutina nexoşxanekê li Iraqê bi kêmî 12 kes hatine kuştin - 2005-01-23


Deselatdar li Iraqê dibêjin bi kêmî 12 kes hatine kuştin û 75 kesêt dî birîndar bun li encama sutina nexoşxanekê li bajêrê Nasirîye li başora Iraqê. Ajansa dengûbasêt Italî (ANSA) ragehand ku leşkirê Italî hefkarî kirye bo çûlkirna wê nexoşxanê. Egera çêbîna wê agirê hêşta ne dîyare, lê deselatdar we bawer naken ku li encama hêrişêt xirapkara bit. Hevdem, deselatdarêt Emirîkî dibêjin ku hêzêt Emirîkî li bakor û rojavaya Bexda bi deyan xirapkarêt gomanlêkirî girtîne li bizavekêda bo kêmkirna tondûtîjîyê berî helbijardinêt roja 30 yê vê heyvê.

XS
SM
MD
LG