Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsên Iraqê rêberekê bilind yê tîrorîsta deste ser kir - 2005-01-24


Karbidestên Iraqî dibêjin polîsa rêberekê bilind yê tîrorîsta deste ser kirine ku peywendî bi 75 ji sedê ji peqînên otumbêlanve heye ku li Bexda qewimîne ewey herifandina Sedam Husênî.

Ofîsa Serok Wezîr Iyad Allawi dibêjit ew tawanbar, (Sami Mohammad Sa'id al-Jaaf) ku bi Abu Omar al-Kurdi tête nasîn yêke ji kesên herî xetere di tora tîrorîsta Abu Musab al-Zarqawi da.

Daxuyanîyekê ragehand ku wî peywendî bi 32 peqînkarîyên bi otumbêlave hebû ku bû egera kuştina bi sedan Iraqîyan ewey demê meha 3 ya sala 2003.

Ew belavok radgehîne ku wî da pênasîn ku wî pilan bo hindek ji here hêrişên bêrehim yên li dijî polîsê Iraqî danabû. Herwesa ew bilavok dibêjit, ew tawanbar li roja 15 meha yêk hate desteser kirin li demê hêrişekê li Bexda. Herwesa hate ragehandin ku dû xirapkarên dîjî hatine desteser kirin.

Li heman dem, hêrişvanekê xwekuj bi otumbêlê îro dûşembî li nêzîk ofîsa partîya siyasî ya serok wezîr Iyad Allawi li Bexda xwe peqand ku bi layê kêmîve 10 kes biyndar bun.

Ew desteya ku birêveberîya Abu Musab al-Zarqawiye, berpirsyarîya wê hêrişê bi stoyê xweve girt.

XS
SM
MD
LG