Lînkên eksesibilîtî

Serokê Surî mandel û haşa diket ku Dîmeşqê nyaz hebît muşekêt pêşkeftî yêt Rusî bikirît - 2005-01-24


Serokê Surî Beşar el-Esed mandel û haşa diket ku Dîmeşqê nyaz hebît muşekêt pêşkeftî yêt Rusî bikirît. Wî ew têbînîye dan berî biçîte seredana Mosko da digel serokê Rusî Vladimir Putin kom bibît. Desgehêt ragehandina Rusya îro li ser zarê rêzdar Esed ragehand ku wezîrê berevanîya Rusya Sergei Ivanov gotibû çi rêkeftinek nebuye. Rêzdar Ivanov û karbidestêt dî yêt Rusî wan raportan inkar û haşa diken ku gotibû Rusya li hîvîye muşekêt SA-18 yêt ser milî û muşekêt (Iskender E) yêt erdî bifiroşîte Surya. Lê Israel û Emerîka rijdî li Rusya Kirye ku wê bazarê nekit. Heke muşeka Iskender E ji Surya bête havêtin dê şêt bigehîte armanaca Li piranîya deverêt dewleta Cuhîyan. Israel ditirsit ku muşeka SA-18 bikevîte destê serhildayêt Hizibulah li Libnanê.

XS
SM
MD
LG