Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Wezîrê berê yê Israelê Şêmon Pêrêz hişdarî didete karbidestêt welatê xwe çi kiryarêt yêk alî dijî Iranê neken - 2005-01-24


Serok Wezîrê berê yê Israelê Şêmon Pêrêz hişdarî daye karbidestêt welatê xwe çi kiryarêt yêk alî dijî Iranê neken. Îro di hevpeyvînekê da ligel radyoya Israelê rêzdar Pêrêz got Iran giriftara serekîye li rojhelata naverast. wî behsê bernama navokî ya Iranê kir û piştevanîya wê bo serheldana Felestînîyan. Lê got pêtivîye Israel rêkê bidete cîhanê bersîngê Iranê bigirît û kêşeya li ser ka heke Tehran ya çekêt navokî çê diket yan ne. heftya borî, cêgirê serokê Emerîka Dick Cheney alozya xwe dyar kir ku renge Israel kiryarekê dijî Iranê biket heke bo dyar bît ku Tehranê şyana navokî heye. Serokê ajansa Musad got bernama Iranê li demekê dê piştî firokêt Israelê li sala 1981 hêriş kirye ser sazgeha navokîya Iraqê. bernama navokî ya Sedam Husênî hate paş êxistin. Iranê berdewam awatên Emerîka Inkar û haşa kirye ku dibêjit Iran bi nepenîve bernama navokî ya pêşve dibet.

XS
SM
MD
LG