Lînkên eksesibilîtî

Wezîrê Derve yê Yêketîya Ewrupa hujdarîyê didet ku ne-aramî li Iraqê dê peyda bit heke musilmanên Sunî pişikdarî di helbijartinan da neken - 2005-01-24


Wezîrê Derve yê Yêketîya Ewrupa Javier Solana hujdarîyê didet ku ne-aramî li welatî dê peyda bit heke musilmanên Sunî soza xwe bi cih înan û pişikdarî di helbijartinên nîştimanî yên hetîya bêt da neken.

Ew hujdarîye ku îro li Brussels bo perlemanê Ewrupî hate ragehandin li duîv hujdarîyên berdewam yên hindek rêberên sunî tên û gefên berdewam yên xirapkarên Iraqî bo têkdana helbijartinên roja yêkşembî tên.

Dengderên Iraqî dê Civateka Nîştimanî ya 275 endamî helbijêrin ku dê desturê piştî-şerî nivêsît.

Hindek şehrezayên Emerîkî û yên Ewrupî xema xwe dyar kirine ku heke kêmanîya sunîyan ku têra xwe nûner li Civata Nîştimanî da nebin, ehtîmale ev pêngave bibîte egerek bo dirust bûna şerekê çekdarî ligel zorîna şî’e li welatî.

Kêmanîya sunî piranîya jyana suyasî di dest da bû li ser demê serokê laday Sedam Husênî.

XS
SM
MD
LG