Lînkên eksesibilîtî

Dadpirsekê Iraqî li rojhelata Bexda hate kuştin  - 2005-01-25


Polîsên Iraqî dibêjin çekdaran dadpirsekê Iraqî kuştin li demê ku di ço bo ser karê xwe li rojhelata Bexda.

Polîs dibêjit ew dadpirs (Qais Hashim Shameri) û kesekê dî li demê peqîna bombeka ser rêkê hatine kuştin.

Ew kuştina dumahîyê bû bi rêveberîya rêveberê tîrorîst Abu Musab al-Zarqawi ku di bizavên xweda berdewamin bo têkdana helbijartinên nîştimanî li 30 meha yêk.

Li roja duşembî, desteya al-Zarqawi hêrişeka bi otumbêleka bombekirî bire ser ofîsa partîya siyasî ya serok wezîrê Iraqê yê demî Iyad Allawi ku bû egera biryndar buna bi layê kêmîve 10 kesa.

Herwesa li roja dûşembî, karbidestên Iraqî deste ser kirina harîkarekê bilind yê al-Zarqawi ragehand ku peywendî bi dehan hêrişên xwekuj ve li Bexda hebû ku bû egera kuştina bi seda xelkê.

Li heman dem, leşkerê Emerîkî dibêjit serbazekê Emerîkî li roja dûşembî mir piştî ku bi tundî hatibû biryndar kirin bi egera peqîna bomeka ser rêkê li Bexda.

XS
SM
MD
LG