Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êhtîmale dalengîn li diravnama hikumeta Emerîka da bibîte 368 milyar dolar li vê salê.  - 2005-01-25


We hizir tête kirin ku dalengîn li diravnama hikumeta Emerîka da bibîte 368 milyar dolar li vê salê ku dibîte sêhemîn dalengîna here mezin di dîroka Emerîka da. Û êhtîmale ku dalengîn di diravnamêdê da hêj pitir bît demê Kongirês qayil dibit hêşta para li kiryarêt leşkerî li Iraqê û Afghanistanê mezix ket.

Ew piroje îro ji alîyê ofîsa Diravanama Kongirê Emerîkî hate belav kirin, ji dirava herdu deverên şeran nagirit.

Ofîsa Diravnama Kongirêsî got qanunêt peywendî bi wê pirojey ve hene we lê diket ku Kongirês pişkeka mezin ya mesrefan qebul neken ku peywendî bi şerê li dijî tîrorê bi rêveberîya Emerîkave heye. Wê ofîsê herwesa hujdarî da ku ev qanune êhtîmale egerê bikene ser jimara ku we dyar diken li van 7 salên bihên dalengîn di diravnamê dê berev kêmbun çit û li salên li duîvda dê pare jiber mînit.

Li demê kû li ser wê raportê jê hate pirsyar kirin, peyvdarê Serya Sipî got nexşeya serok Bush bo kêm kirina wê dalengînê dest pêkire.

XS
SM
MD
LG