Li Iraqê xirapkaran vîdyo têpek bilav kirye hevwelatîyekê Emerîkî nîşan dide ku sê mehan li Bexda hatibû revandin. Îro sêşembî vîdyoya Telefizyona el-Cezîre nîşan day cara yêkê bû rehîneyê Emerîkî Roy Hallums dyar dibe. Ew û hevalekê wî yê Filipînî li Bexda hatibû revandin li roja yêkî meha 11. Hêşta paşeroja zelamê Filipînî nexuyaye. Her li vî demî 8 karmendên Çînî ku hatibune revandin ji alîyê milîtanave, berî heftîyekê, nuha vedgerên welatê xwe. Ew hatin azad kirin piştî Çînê soz day hevwelatîyên xwe hujdar biket ji hatinu çona Iraqê.