Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sergutar: Iraqî dê dengî den. - 2005-01-27


Diruşmekê helbijartina ku li Iraqê hatîye bilind kirin dibêjît bila dengdan bersiv bît li ser bombekirina otumbêla û alozkarîyê. Tîrorîst û endamêt rejêma berê ya Sedam Husên û guneh karên dî bizavê diken da nehêlin Iraqî li 30 meha yêk dengêt xwe biden bo helbijartina 275 endamêt civata nîştimanî. Lê, ew ser nakevin.

Serok wezîrê berwext yê Iraqê Iyad Allawi dibêjît ew helbijartina we dibînit ku dê berahîya dest pêka kiryareka mezin bît berev dymukrasîyeka durist, rola qanunê, rêzgirtina mafêt mirovan, û hemî Iraqî pişikdarîyê têda biken ji hemî ûl û nijad û alêt siyasî.

Balwêzê Emerîkî li Iraqê John Negroponte dibêjit eve dê yêkemîn helbijartina azad bît li welatî. Rêzdar Negroponte dibêjit " ew dê ji serdemê hikumeta danay û ne helbijartî derbazbin berev danana desturekê bo welatî û piştî himgî dê dengdaneka giştî li meha 10 li ser destûrî hête kirin. Û piştî hingî dê helbijartin bû hikumeta herdem li meha 12 hêne kirin. Vêca eve gelek giringe û kiryareka siyasî ya dil xweş ku me gelek piştevanî û dil xweşîyeka gerim ji alîyê Iraqîyan vedîtîye li ser paşerojê."

Serok George W. Bush dibêjit Iraqî ji tîrorê na tirsin ku pişikdarîyê di kiryara dymukrasîyê da biken. Serok Bush dibêjit " tîrorîsta li wî welatî şerê dijî dymukrasîtê ragehandiye û bi vê çendê şer dijî gelê Iraqî bi xwe ragehandiye, lê di ser hindê ra helbijartin dê her hêne kirin. Bi milyonan dengderêt Iraqî bi wêrekî û zîrekê bi viyana welatê xwe hez diken bi azadî bijîn."

herwesa serok Bush dibêjit berjewendîya Emerîka têdaye bi serkeftina dymukrasîyê li Iraqê. Serok Bush dibêjit " Em pêşve çonê dikeyn di harîkarîya Iraqê da bo pêşvebirina dymukrasîyê ku di paşerojêda dê qazanca zarokêt me û nevîyêt me di Iraqeka azad da hebît."

Û herwesa got armanca me harîkarîya xelkê dibe da ew bixwe biryarê biden û azadîya xwe biparêzin bi rêk û awayêt ku ew dixazin.

Heke te bivêt guh bideye vê gutarê, ev fayela dengî li ser vî perî klîk bike. Ev gutare bîr û boçûna welatêt yêkgirtî yêt Emerîkaye.

XS
SM
MD
LG