Lînkên eksesibilîtî

Serokê demkîyê Iraqê daxazê ji hemî Iraqîyan diket da pişkdarî li helbijardinêt roja yekşembî biken - 2005-01-29


Serokê demkîyê Iraqê Ghazî El-Yawer daxazê ji hemî Iraqîyan diket da pişkdarî li helbijardinêt dîrokî yêt roja yekşembî biken, lê we pêşbînî diket ji ber tondûtîjîyê zorîna Iraqîyan neçne dengdanê. Pitr ji 14 milyon Iraqê dişên dengî biden bo helbijardina civata niştîmanî, perlamana herêma Kurdistanê û civatêt parêzgehan. Hevdem 85,000 iraqîya li dervey welatî dengêt xwe dayne û dengdan li roja eynî dest pê kir û heta roja yekşembî dê berdewam bît li 14 welatan.

XS
SM
MD
LG