Li duî jimartineka hikumeta Emerîkî bikêmîve 232 medenî hatîne kuştin ku bo pirojên avadankirinevê yên Emerîkî li Iraqê kar dikirin.
Raporta lêvekolê taybetî li ser avakirineva Iraqê we dyar diket ku jimara kesên bo kontratên nehikumî kardiken û hatîne kuştin di mehên vê dumahîyê da %93 zêde buye.
Ji bilî kesên hatîne kuştin 728 kesên dî pitir ji çar rojan neçuyne ser karên xwe. Raporta lêvekolî dibêjit destudarê tenahîyê li Iraqê hêşta baş nebuye û xeter li ser kontratçîya û karmenda heye.