Lînkên eksesibilîtî

Rêberê Felestînê Mahmoud Abbas dibêjit derfeteka dyrokî bo aştîyê digel Israelê heye - 2005-01-31


Rêberê Felestînê Mahmoud Abbas dibêjit derfeteka dyrokî bo aştîyê digel Israelê heye û Rusya dê roleka giring hebit bo harîkarîkirina bi destve înana wê armancê.

Îro li Mosko li kombunekê digel serokê Rusî Vladimir Putin rêzdar Abbas ev têbînîye dan. Serok Putin got hîvîdare ku rêzdar Abbas serkeftî bit li bicih înana pêngavêt pêtivî bo baştir kirin têkelîyêt Israelê û Felestînîyan.

Rêzdar Abbas li kombuna xwe digel wezîrê derve yê Rusya Sergei Lavrov pesna Rusya da bo piştevanîya wê bo kiryara aştîyê û got wî bizav kir li seredana xwe ya yêkê bo dervey rojhelata naverast piştî helbijartina wî li vê mehê berî her welatekê dî biçîte Rusya.

XS
SM
MD
LG