Lînkên eksesibilîtî

Israelê tuxubêt navbera devera Xezze û Misrê vekirineve - 2005-02-01


Israelê tuxubêt navbera devera Xezze û Misrê vekirineve ku çend heftîyan hatibune girtin.

Derbazgeha Refeh ku rêka serekîye bo derkeftina Felestînîyêt Xezze bo derve hatine girtin piştî hêrişeka milîtana li heyva 12 li nêzîkî bingehekê leşkerê Israelê ku 5 serbazêt Israelê kuştin.

Li heman dem, karbidestêt bilind yêt parastinê yêt Israelê û Felestînî kom bun da li ser nexşekê danustandina biken ku Israel kontrola parastina çend bajêrokêt Kenara rojava bidete destê rêberîya Felestînî. Lê piştî kombuna îro hêşta nehatîye ragehandin ku çi rêkeftin buyne.

XS
SM
MD
LG