Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ariel Sharon û Mahmoud Abbas dê li heftîya bêt li Misrê ligelêk kombin  - 2005-02-02


Serok Wezîrê Israelê Ariel Sharon û rêberê Felestînî Mahmoud Abbas mêhvankirineka Misrê qebul kir bo kombuneka bilind ya Rojhelata neverast li heftîya bêt.

Jêderên Ordinî dibêjin Melik Abdulla ku piştevanîya rêkeftineka Israelî-Felestînî diket, wî jî mêhvankirina kombuna bilind ya 8î vê mehê qebul kir.

Ew kombuna bilind dê kombuna yêkê bît navbera Israel û Felestînîyan ewey demê çar sala. Ew kombun her li wî demî têt ku wezîra derve ya Emerîka Condoleezza Rice seredana wê deverê dêket û we biryare ku rojekê jiberî kombuna bilind cuda ligel rêzdar Sharon û rêzdar Abbas kom bibit.

We çaverê dihate kirin kombuneka wesa bihête girêdan ewey ku rêzdar Abbasî hindek pêngav havêtin da hêrişên çekdaran li dijî Israelîyan rawestînit.

Israelê bersiva wan pêngavan da û kiryrên leşkerî kêm kirin. Herwesa Israel ya danustandinê ligel Felestînîyan diket li ser vekêşana hêzên lsraelî ji hindek bajarên Kenara Rojava.

XS
SM
MD
LG