Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîra Derve ya Emerîka seredaneka dûrojî bo rojhelata naverast bi dumahî îna - 2005-02-07


Wezîra Derve ya Emerîka Xatun Condoleezza Rice seredaneka dûrojî bo rojhelata naverast bi dumahî îna û wê ragehand ku rêberêt Israelê û Felestînî qayil bune cuda seredana seraya sipî biken.

Îro berî berev Roma birêve bikevit, xatun Rice got ew pişt raste kombuna bilinda roja sêşembî navbera serokê desthelatdar ya Felestînî Mehmoud Abbas û serok wezîrê Israelê Ariel Sharon dê serkeftî bît.

Misir dê mêvandarîya kombuna bilind ket û Şahê Ordunê dê li wêrê amade bît. Xatun Rice cuda digel rêberêt Felestînî û Israelî kombû. Wê got Washington dem û dest dê 40 milyon dolara weku harîkarî dete Felestînîyan ku pişkeke ji 350 milyon dolarêt serok Bush sozdaî bidet.

XS
SM
MD
LG