Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Wezîrê Israelê û serokê Felestînî bi resmî bidumahî hatina şer û lêkdanêt pitir ji çar salan ragehand - 2005-02-08


Serok Wezîrê Israelê Ariel Sharon û serokê Felestînî Mahmoud Abbas bi resmî bi dumahî hatina şer û lêkdanêt pitir ji çar salan ragehand.

Li kombunekê li Misrê, rêberê Felestînî demê bidumahî hatina serheldana Felestînîyan dijî dagîr kirina Israelê ragehandî got eve derfeteka nuîye bo vejandina kiryara aştîyê ya rojhelata naverast ku li mêje ragirê keftibû.

Piştî hingî rêzdar Sharon got Israel dê hemî kiryarêt xwe yêt leşkerî li erdêt Felestînî rawestînît û got ew hîvîdare rêzdar Abbas rêberîya gelê xwe biket berev dewleteka serbixwe.

Serokê Misrê Husnî Mubarek kom buna bilind li Şerm el-Şêx des pêkir û got eve cara yêkêye di çar salan da ku ew êhtîmaleka mezine bo damezrandina aştîyeka herdem dibînît.

Serok Bush ku rêzdar Sharon û rêzdar Abbas mêvan kirîne Washington dibêjit ew dil xweşe ji pêngavêt herdu alîyan berî danustandinêt li Misrê havêtîn.

XS
SM
MD
LG