Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Berevanîya Emerîka bi serdedaneka ji nîşkêve ço Bexda - 2005-02-11


Karbidest dibêjin peqîna otumbêleka bombe kirî li dervey mizgefteka Şî’eyan li bakûra Bexda bû egera kuştina bi layê kêmîve 13 kesa.

Polîs dibêjin peqînkarîya îro eynî ku li bajarokê Beled Ruz qewimî armanca wê Iraqî bûn ku pişkek ji merasîmên Aşûra ya pîroz bidumahî înan û diçone derê.

Li demekê zuîtir, çekdaran teqe li hindek Şî’eyan kirin li dukanekê li Bexda û bi layê kêmîve 9 kes kuştin.

Ev tundutîjîyên vê dumahîyê li wî demî tên ku Wezîrê Berevanîya Emerîkî Donald Rumsfeld bi seredaneka ji nîşkêve ço paytext Iraqê û bajarê Musil li bakura wî welatî da dawîtirîn zanyarîyên bidestve bînit li ser hîn kirina hêzên Iraqî.

Rêzdar Rumsfeld li bîra hêzan înateve ku çend ya giringe hêzên tenahîya Iraqî bihêne hîn kirin. Wî got kengî Iraqîyan dyar kirin ku dê şên li ber sîngê xirapkarîyê rawistin, hîngê hêzên Hevalbenda dêşên bi ser bilindîve biçineve welatên xwe.

XS
SM
MD
LG