Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Korea Bakur careka dî daxaz diket Emerîka danustandinên rastuxwe ligel biket - 2005-02-11


Korea Bakur daxaza danustandinên rastuxwe kire ligel Emerîka jiberî ku ehtîmale danustandinên şeş alî yên Ryongyang li ser bernama etomî dest pêbiken.

Diplomatekê bilind li şandeya Korea Bakur li Netewên Yêkgirtî li New York (Han Sung Ryol) gote rojnama Hankayoreh ya Korea Bakur ku heke Waşinton qyil bû ligel Pyongyang rastuxwe danustandina biket ew dê weke nîşanekê bît ku welatên yêkgirtî yên Emerîka ya rahavêtina xwe, ku dibêjitê“ syaseteka dujminayetî“, ligel Korea Bakur ya diguhorit.

Korea Bakur daxuya kirin li roja pênçşembî ku wê çekên navukî hene, û ew ya xwe ji danustandinên şeş alî yên herdu Korea, Welatên Yêkgirtî yên Emerîka, Japon, û Rusya vedikêşit.

Karbidestên Emerîkî dibêjin Waşinton sure li ser bikar înana çareyên diplomasî jibo kêşa navokî. Lê, Welatên Yêkgirtî yên Emerîka heta nuha hemî daxazên danustandinên dulayane ligel Ryongyang red kirye.

XS
SM
MD
LG