Lînkên eksesibilîtî

Mîr Charles ê Birîtanya û xweştivîya wî Camilla Parker Boweles dê li 8 meha çar daweta xwe ken. - 2005-02-11


Ew pirsyara ku heta nuha dihate kirin ka aya mîr Charles ê Birîtanya dê Camilla Parker Boweles ku çendha sale xweştivya wîye bo xwe înit yan ne, bersiva vê pirsyarê duhî hate dan demê ofîsa Mîr Charles î ragehand ku dê herdû xweştivî li roja 8î meha çar daweta xweken.

Roja pênçşembî herdû xweştivîya bo mîdîyayê ev biryara xwe ragehandin. Melîka Birîtanya pîrozbahîya herdûka kir. Serok Wezîrê Birîtanya jî bi rêka mîdîyayê pîrozbahîya herdûka kir.

Kurêt mîr Charles î di belavokeka hevpişikda pîrozbahî lê kirin û daxaza jiyaneka serkeftî û xweş bo herdûka kirin.

Jiyana Evînî ya Mîr Charlesî herdem sirinca mîdîyayê û xelkê rakêşaye ewey demê mirina Dianayê bi egera serhatîyeka otumbêlê bi salekê piştî jêkvebuna mîr Charles î û Dianayê.

Camilla Parker Boweles ji mêrê xwe yê yêkê li sala 1995 cuda bû û li van salêt dumahîyê pişkeka giring bû li jiyana evînî ya mîr Charelsî. Hemî dema bo Camillayê bizehmet bû ku ew navudengê Dianayê hebû di nav xelkê da, navudengê wesa bo xwe bidestve bînit.

Camilla ji mêrê xwe yê yêkê dû zarok hene, Tom ku 30 salîye, û Laura ku 24 salîye.

Diana li wextê xweda peywendîya Camilla bi mîr Charlesîve wekî egerekê serekî dana bo teleqdanê wêbixwe ji mîr Charlesî.

Li Sala 1995 di hevpeyvînekê da bo telefizyonê Diana got: " di vê jiyana jinumêrî ya meda, em sê kes bûn. Vêca ew jiyaneka pir aloz bû."

Bi beruvajî merasîma daweta Mîr Chales û Diana li sala 1981, ku gelek bi navudeng bû li cîhanê hemîyê, daweta bêt ya mîr Charles û Camillayê dê merasîmeka bê deng bît û li seraya Windsor li rojava London dê hête kirin.

XS
SM
MD
LG