Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Bush yê daxaza 82 milyar dolarêt dî ji Kongirêsî diket bo sala 2006 ê ku piranîya wê dê bo kiryarêt leşkerî li Iraqê û Afghanistanê bît - 2005-02-14


Serok Bush yê daxaza 82 milyar dolarêt dî ji Kongirêsî diket bo sala 2006 ê ku piranîya wê dê li kiryarêt leşkerî xeric ket Ew zêdehîya li diravnamê ya 2006 pişkek ji wê 950 milyon dolarêt harîkarîya diravîye bo deverêt keresata tsunamî li Asya û herîkarîyêt dî da hîn kirina hêzên parastina Iraqê û ya Afghanistanê bilez bêxit.

Diravnama îro duşembî hatî daxaz kirin ji wê diravnama 2.5 trilyon dolarî ya sala 2006 ê cudaye ku rêzdar Bush hinarte Kongirêsî li heftîy borî.

Dymukratêt hevrik rexne li serokî girtin ku xercîyêt herdû kiryarêt leşkerî nekiribu dinav wê diravnama serekî ya ku pêşnyaz kirî. Wê partîyê huşdarî daye ku ew herdu diravname dê dalengîna diravnama hikumetê hêj xiraptir lêken.

Seraya Sipî daxaz diket ku dalengîna diravnama sala 2006 ê 390 milyar dolar bit, ku xercîya kiryarêt leşkerî li Iraqê û Afghanistanê ne di nav daye.

XS
SM
MD
LG