Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi layê kêmîve 3 gazinde ji alîyê desteyên siyasîve hatîye kirin li ser encamên helbijartina li Iraqê. - 2005-02-15


Raspêrîya Helbijartina li Iraqê dibêjit bi layê kêmîve 3 gazinde ji alîyê desteyên siyasîve hatîye kirin li ser encamên helbijartinên nîştimanî yên meha borî.

Wê Raspêrîyê ku encamên helbijartina li roja yêkşembî ragehand, midehê sê roja da dest partîyan da gazindên xwe ragehînin ji berî ku ew encaman bikete resmî û 275 kursîyên perlemanî dabeş biket li ser partîyên serkeftin hênane.

Desteyeka hevalbendîya Şî’eyan pişka here mezin ya 8 milyon dengan bireve. Hevalbendîya Kurdan dûhem bû, û hevalbendîya Iyad Allawi sêhem bû di encamên helbijartina da.

Rêveberên cîhanê pesna encamên helbijartina dan û daxaz ji partîyên serkeftî di helbijartina da kir da jêknegirtinên ûlî û nijadî xiraptir lê neken li welatî.

Li heman dem, Wezareta Derve ya Turkya gote revînkaran li Iraqê kardarekê Turk azad kirin, ku li başûra Iraqê li nîva meha 12 hatibu revandin.

XS
SM
MD
LG