Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lêvekolên Civata Sînatorên Emerîkî got renge birêvebirê berê yê bernama neft-bi-xwarinê jibo Iraqê pêtir ji milyon dolaran qazanc kirbe - 2005-02-15


Lêvekolên Civata Sînatorên Emerîkî got renge birêvebirê berê yê bernama Netewên Yêkgirtî neft-bi-xwarinê jibo Iraqê pêtir ji milyon dolaran qazanc kirbe ji rêkeftên bazirganîya neftê digel hikumeta Sedam Husênî.

Panêleka Civata Sînatoran dakîmanên wezareta nefta Iraqê eşkere kirin ku dyar dikin serokê bernamê Benon Sevan mafê dana kontraktên firotina nefta Iraqê hebû.

Panêla Sînaturan îro sêşembî dest bi guhdarî kirinê kir sebaret bertîlan di bernama rawestyay ya Netewên Yêkgirtî de.

Bi alîyê xweve serokê komisyoneka Netewên Yêkgirtî vekolîneka cuda dike jibo bizane ka eger berêz Sevan pare jiwê bernamê bidest xistîye yan ne. Çendîn cara Benon Sevan haşa kirye eger şaştî di bernamê da hebin.

XS
SM
MD
LG