Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mesut Yilmaz îro çarşembî li Dadgeha Bilind ya Turkya amadebû da ruî bi ruî hindek tawanan bibe - 2005-02-16


Serok Wezîrê berê yê Turkya Mesut Yilmaz îro çarşembî li Dadgeha Bilind ya Turkya amadebû da ruî bi ruî tawanan bibit ku peywendî bi şermezarîyeka banqekê ve heye.

Raport ji wê dadgehê dibêjin bi desan piştevanên rêzdar Yilmaz li pêşwazîya wî bûn û çeple bo lêdan demê çoy dadgehê da li Enqere.

Li sala 1999 Serok Wezîrê berê, ku sî cara serok wezîr bû, hatîye tawan kirin bi nexşekê bo ne dewletî kirina panqekê ku mefayê da gehînite kompanîyayekê dest digel tawan rêxistî hebû.

Wezîrê berê yê Aburî Gunes Taner bi heman şermezarîyê hatîye tawanbar kirin.

Heke ew tawan li ser wan hate pişt rast kirin, hîngê dê bi kêmîve bo demê 10 salan hêne zindanî kirin. Rêzdar Yilmaz gelek cara ew tawan red kirine.

Ew şermezarîye li demekê eşkere bû demê mîdîya Turkî hindek kasêt bi dest ketin ku axiftina nav bera kompanîya serok wezîrî piştevanî lê dikir ligel Ew şermezarîye bû egera heriftina hikumeta Yilmazî.

XS
SM
MD
LG