Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raspêrîya helbijardinan li Iraqê encamên helbijartinên 30 î meha yêk kirine resmî - 2005-02-17


Raspêrîya helbijardinan li Iraqê encamên helbijartinên 30 î meha yêk kirine resmî û 140 kursîyên perlemanî ber hevalbendîya serekî ya şî’yan keft ku dê piranîya perlemanî di dest wan da bît.

Weku di hate çaverê kirin, Hevalbendîya Yêkgirtî ya Iraqî serkeftineka mezin bi destve îna, ku 140 kursî ji 275 kursîyên perlemanê nîştimanî bidestve îna.

Partîyên Kurdî duhem bun di encaman da û 75 kursî bidestve înan. partîya serok wezîrê demî Iyad Allawi 40 kursî bidestve îna.

8 milyon Iraqîyan deng dan, li piranîya sunîyên welatî pişikdarî di helbijartina da nekir. Karbidestê bilind yê Netwên Yêkgirtî bo helbijartinên Iraqî, Carlos Valenzuela, îro li Bexda got ew hîvîdare ew alîyên pişikdarî di helbijartina da nekirine dê pişikdarî di pirosa siyasî ya welatî da biken.

Civata Nîştimanî dê desthelat di dest da bît bo demê 10 meha û dê desturekê nuî darêjit.

XS
SM
MD
LG