Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Libnan ya daxazê ji lêvekolên biyanî diket harîkarîyê di lêvekolîna li ser kuştina berêz Reqîq el-Herîrî da biken. - 2005-02-17


Hikumeta Libnanê ya ruî bi ruî ne razîbuneka giştî buye û sengî û giranî li ser hatîye danan da kesên serok wezîrê berê Refîq el-Harîrî kuştine peyda bikin.

Rêzdar Herîrî li roja duşembî li Beyrut hate kuştin ligel 14 kesên dî. Ew li roja çarşembî hate veşartin bi amade buna 200,000 behîdara ku gelek bi xem bûn û gelek ditûre bun.

Siyasetvanên hevrik li Libnanî kuştina wî dikene binasê Surya ku hêzeka serkîye li Libnanê. Bi alîyê xweve Dimeşq rijdîyê diket ku dest di wê kuştinêda nebuye.

hindek rojnamêyên serekî yên Libnanê dibêjin xelik daxaza rifirandomeka nîştimanî diken li dijî hikumeta Beyrut.

Hikumeta Beyrut daxaza harîkarîya şarezayêt biyanî kirye, lê dibêjit dê berpirsyarîya lêvekolînî di dest wê da bît.

XS
SM
MD
LG