Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Israel ya dev ji siyaseta herifandina xanîyan ber didet ku şik heye hêrişên xwekujî li dijî Israelê li wan xanyan dihêne encamdan.  - 2005-02-17


Israel dibêjit ew ya dev der didet ji siyaseta herifandina xanîyên malbatên wan Felestînîyên ku şik heye hêrişên xwekujî li dijî armancên Israelî encam diden.

Li belavokekê îro pênçşembî, leşkerê Israelî dibêjit wezîrê berevanîyê Shaul Mofaz dev ji wê siyasetê berda piştî ku şehrezayan vedît ew siyaset egereka kêm dikete ser kêmkirina hêrişêt milîtana.

Wê lêvekolîna ku çar meh kêşa, herwesa vedît ku nerazîbun û buxza li deverên Xezze peyda dibe li dijî welatê Juhîyan ji ber wê siyasetê gelektire ji mefaya wê siyasetê.

Berî sê mehan, desteyeka mafên mirovan ya Israelî, B'tselem, encamên lêvekolînekê belav kir ku we nîşa dida her çar xanîyên ku bi bildozera hatine herifandin dibû egera derbeder buna 12 Flestînîyên bê guneh.

XS
SM
MD
LG