Lînkên eksesibilîtî

Dû rojnamevanên Indonîsya û şofêrê wan ku li Iraqê kar dikirin berzene - 2005-02-18


Karbidestên Indonîsî dibêjin dû Indonîsî ku li Iraqê kar dikirin berzene.

Peyvdarekê hikumetê li Cakarta got zanîyarîyên bi dest wan keftine ji Iraqê we nîşê didet ku utumbêla wan rojnamevanan ku bi kirê girtibû ji alîyê hindek zelamên ne nasyarve hate rewestandin li bajarê Remadî li roja sêşembî.

Wî peyvdarî got herdû rojnamevan ligel şofêrê wan yên birine cihekê nedyar, lê dibêjit hêj zuye bêjîn ku yên hatine revandin ji alîyê xirapkaranve.

Ew rojnamevan, ku herdû musilmanin, bo telefizyona Metro ya Indonîsya kar dikirin.

Ramadî, ku 100 kîlometra ji rojava Bexda duîre, heta nuha navenda kiryarêt xirapkarîye.

XS
SM
MD
LG