Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sergutar: Rice li ser tundrêyên Islamî - 2005-02-22


Li el-Ryaz paytextê Erebistana Seudî vê heftîyê zelama deng da bo helbijartinên civata bajarî. her çende jin ji helbijartinê zir behir bun, belê renge deng dan bibe yekem pêngav berev guhorînên dymukrasî. Li 30 meha yêk gelê Iraqê jî soz û giftên xwe jibo guhorînên dymykratîk bi cih înan. Wan deng da bo helbijartina 275 endamên civata nîştimanî ya demê veguhastinê ku dê hikumeteka nuî pêk bîne û desturekê darêje.

Û li roja 9 meha yêk Felestînîyan deng da bo helbijartina serokekê nuî di rengekê helbijartinan da serok Bush weka qonaxeka giring binav kir berev ava kirina paşe rojeka dymukratîk. Wezîra derve ya Emerîka xanim Condoleezza Rice got li rojhelata naverast siruştê danustandinên siyasî têne guhorîn. Xelkê edetî bîr û bawerên xwe dyar diken û pêkve dixebitin bi rêkekê qet berî nuha nebuye. Xanim Rice got van hevwelatîyan paşerojek divêt pir be ji dil firehîyê, delîveya, û aştîyê ne tepeserîyê.

Xanim Rice dibêjit :" îro îslamîyên tund rê beruvajî semtê pêla gyanê mirovanî melevanya dikin. ew bi hewvatîya xwe ya bi kerb û kîn xwe dyar dikin. belê xanim Rice ew jî got ku îslamîyên radîkal xwe bi perawêzên derve yên oleka mezina cîhanî ve mijul kirine û ew rengekê taybetê tundrêyane û xebatê dijî paşerojê diken." Wezîra derve ya Emerîka dibêje "ruyê tîrorî li Iraqê Ebu Mis'eb el-Zerqawî dymukrasîyetê bi bîr û bawerên bedkarên nav dike. Bi bawerîya dujminên me azadî, wek hevî, û biratî ew jî bîr û bawerên binaxeyên bedkarane. wan divêt xelkê desteser bikin neku wan azad bikin. Ew dixazin xelk girêday bin ne wek hevbin, ew hêşta destura kuştinê diden belê ew şaşin, azadîya mirovanî dê bigehite sera û divêt em rêka wê xweş bikeyn."

Serok George W. Bush dibêjit Emerîka ne ew mav heye û ne ew nyaz heye bi zorî şêweyê hikumeta xwe bi ser kesekê dî de dane. Eve yêke ji cudahîyên mezin di nav bera me û neyarên meda. Serok Bush got armanca Emerîka ava kirina welatên xudan civakên azad û ser bi xweye digel wan hikumetên guh biden hevwelatîyên xwe û reng vedana kelturê gelê xwe be.

XS
SM
MD
LG