Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Wezîrê Libnanê yê ser bi Suryave got ew amadeye dest ji karî bikêşe. - 2005-02-23


Omer Keramî Serok Wezîrê Libnanê yê ser bi Suryave got ew amadeye dest ji karî bikêşe û hindek tagirên Surya di hikumeta wî de dyare nerehetin.

Berêz Keramî gote rojnama el-Nehar ya Beyrutî ew dê xwe vekêşe eger hikumeteka nuî bête damezrandin û bi bawerîya hemû alîyan bikare rê li bê serûberîyê bigire.

Siyastevanê rikaber Merwan Hemade ku ji hewleka kuştinê rizgar bû dibêje Surya nexşe jêre danabû li meha 11 çirya dwê, ew jî rijdîyê li hikumetê dike dev ji desthelatê berde çinku rewşa nuha hemî nabe berdewambe.

Belê berêz Keramî dibêje ew dê daxwaza deng dana bawerîya perlemanî jibo hikumeta xwe bike li roja dûşembîya bêt eger rikaber wê daxwazê neke.

Siyasetvanên ser hikumetêve kontrola piranîya kursîyên perlemanê Libnanê dikin. Û li Surya ya hevsinur komeleka nivêskar, hunermend, û bizavkarên mafên mirovan nameyeka vekirî jibo serok Beşar el-Esed hinartîye ji hikumeta wî dixwazin xwe ji Libnanê vekêşe.

Rojnama el-Be'is ya rojane ya hikumetê li Surya nerazîbuna xwe dyar dike hemberî rewşa şerî ya li Libnanê peyda buy. Piştî kombunekê digel wezîrê derve yê Libnanî balwêzê Erebistana Saudî li Beyrutê, Ebdul Ezîz Xuce, got Surya xwe amade dike rêkeftina Tayif ya sala 1989 cê bi cê bike û serbazên xwe li Libnanê kêm bike.

Rojnama Erebî el-Şerq el-Ewset di nivîsîne ku hikumetên rojava hizra ragirtina pare û pulê Surî li derve diken bo danana sengîyê li ser Dîmeşqê.

Piştî dû rojên kombuna digel hevalbinên Ewrupî, serok Bush got ew li benda bersiva Suryaye bo xwesteka wî jibo vekêşana dirust ji Libnanê berî ew daxwaza toleyên nuîyên Netewên Yêkgirtî dijî Dîmeşqê bike.

Her li heman dem karkerên Surî ji Libnanê derkevin jiber bê seruberîya dawî buye egera lengîya aburê Libnanê.

Li Beyrutê, ku hestê dij Surya her zêde dibe, çendîn ruîdan hatine ragehandin û xwenîşanderên Libnanî karkerên penaberên Surî di êşînin.

Rojnama el-Heyat ya Erebî texmîn dike ku 800 hezar karkerên Surî li Libnanê kar dikin û her sal nêzîkî milyar dolaran bo kes û karên xwe dihinêrin.

Yêk ji karkerên Surî gilî û gazindên xwe gehandin peyamhinêrê dengê Emerîka û got ew ditirse gelek ji malê duîr bikeve ji tirsa ku bibe armanca hêrişekê.

XS
SM
MD
LG