Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Telefizyoneka Iraqî îfada desteyeka xirapkaran belav kir ku dibêjin ew li Surya hatibune hîn û fêr kirin çewan xirapkarîyê li Iraqê biken - 2005-02-23


Telefizyona Iraqî ya ser bi Emerîkave îfada desteyeka xirapkar li Iraqê belave kir ku dibêjin ew li Surya hatibune hîn û fêr kirin çewan serê xelkê jêve bikin û hêrişan li dijî hêzên Emerîkî û yên Iraqî biken.

Kasêta telefizyona el-Iraqîye îfadên zêlamekê belav kir ku idî’a dikir Surîye û efser bû di dezgeha parastina Surîda. Ew zelam dibêjit ew deste hatibû danan da xirapkarîyê li Iraqê bikin.

Wî efserî got ew deste li bajarê li ser tuxubî yê Latakia li Surya li sala 2001 hatibûne hîn û fêr kirin. Iraqîyekê nenyas got ew li heman sal li Afganistanê hate hîn û fêr kirin. Û hindekên dî li wê desteyê behsê hindê kirin ku çewan serê heywanetî jêve dikirin da hîn bibin çewa serê xelkê jêve biken.

Çi têbînî ji alîyê Dîmeşqê yan Waşintonve sebaret wê ragehandinê ne hatîye belav kirin. Hikumeta Emerîka bi berdewamî Dîmeşq tawanbar dikir ku rêkê didete xirapkaran biçine dinav Iraqêda da şerê hêzên hevpeymana biken. Surya biberdewamî ew tawan red dikirin.

XS
SM
MD
LG