Li hêrişêt cuda li bakura Iraqê, îro dû serbazêt Emerîkî û 10 Iraqî hatine kuştin.
Leşkerê Emerîkî dibêjit serbazêt Emerîkî li peqîna bomba li bajêrokêt Qaryat û nêzîkî Samera hatine kuştin.
Li Tikrît li bakur li hêrişeka xwekujî da hêrişkerekê otumbêla xwe li nêzîk polîsxanekê peqand ku bû egera kuştina 10 kesa û biryndarbuna 22 kesêt dî.
Ji alîyê siyasîve roja çarşembî serok wezîrê berwextê Iraqê Iyad Allawi got di bizavekêda bo parastina karê xwe dê hevalbendîyeka siyasî ya berfireh pêk înit.
Hevalbendîya şî'an ya serekî li Iraqê ku piranîya denga li helbijartinêt meha borî înabun Ibrahîm El-Ceferî bo karê serokî berbijar kirye.
Bo bidestve înana karê serok wezîrî her berbijarek pêtivîye dû sêkîya 275 kursîyêt civata şî'eyan wergirit.